Med-Der (Komeleya Lêkolînên Çand Û Zimanên Mezopotamyayê. 09:05 06.05.2026 Med-Der (Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandî Ya Mezopotamya)    Li ser pêwistiya ciwaka kurd di 21ê Mijdara 2017an de, hate  damezrandin. Armanca Med Derê, wek hemû sazî û dezgehên zimên, li ser ziman û çanda kurdî lêkolîn û lêgerînên zanistî bike, Li ser têgehên  elfabe, axaftin, nivisîn, vegotin û rêzimana kurdî hûr/qît bibin, bi xebatên atolyeyan û hin xebatên din, bi şêwazeke zanista pozîtîf rastnivisîn û etîmolojiya zimanê kurdî zelal bike, Ziman û çanda kurdî ku di bin gef, zixt û zoriya bişaftin û xwebişaftinê de û roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe, li hemberê wî têbikoşê û wî biparêze. Hemû zaravayên kurdî wek hev esas bigire, bi pêş bixe û biparêze. Di vî warî de bi sazî û dezgeyên demokratik, bi rêxistinên sivîl re xebatên hevpar bimeşînin herwiha di qada çand û zimên de hişmendiya neteweyî  pêşve bixin. Xebatên xwe wek panel, seminer, komcivîn, bernameyên telewîzyonan, daxwiyaniyên çapemeniyê, belavok, afiş, pankart û hwd. Dimeşîne. Xebatên xwe bi proje û kampanyayan jî dike.