Weşan 3 deqîqe xwendin

15Ê GULANÊ CEJNA ZİMANÊ KURDÎ

Cejna zimanê kurdî îsal dîsa di bin siya polîtikayên bişavtinê de tê pîrozkirin. Celadet Alî Bedirxan di 15’ê Gulana 1932’an de kovara “Hawarê” bi tîpên latînî weşand. Ji 2006’an vir ve 15’ê Gulanê weke “Cejna Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin.

15Ê GULANÊ CEJNA ZİMANÊ KURDÎ

15Ê GULANÊ CEJNA ZİMANÊ KURDÎ

 

Cejna zimanê kurdî îsal dîsa di bin siya polîtikayên bişavtinê de tê pîrozkirin.

 

Celadet Alî Bedirxan di 15’ê Gulana 1932’an de kovara “Hawarê” bi tîpên latînî weşand. Ji 2006’an vir ve 15’ê Gulanê weke “Cejna Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin. Vê rojê, ji aliyê saziyên kurdan, gelek panel û çalakî tên lidarxistin, gelek daxuyanî tên dayîn.

Bi rastî keda Celadet û rêhevalên wî, wek Kamûran Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Nûrettîn Zaza, Qedrîcan, Cegerxwîn hwd.di pêşxistina ziman û edebîyata kurdî de zehf e. Em ji wan re sipasdar in.

 

Di cîhanê de,  hêzên dagirker dema welatekî dagir kiriye, jê xwariye, keda wan mêtiye lê tu carî ziman û çanda wî gelî tune nehesibandiye, hebûna wî, nasnameya wî înkar nekiriye.

Ji ber politikayên dewletê yên neyînî, ji ber qedexe û astengiyên li hemberî Kurdan û çand û zimanê kurdan,  Kurd bi nasnameya xwe, bi ziman û çanda xwe di nava qada civakê de cihê xwe negirt. Pêşî li perwerdehiya bi zimanê kurdî hate girtin. Ev helwesta neyînî ya dewletê, helwesta pişaftina li hemberê kurdî tahrîbateke mezin, qelsî û lawaziyeke mezin li ser zimên çêkir. Roj bi roj pirsgirêka kurdî, pirsgirêka çand û zimanê kurdî girantir bû.

Problema kurdan ya heri xemgîn, xwebişaftin e. Dema di civakekê de hişmendiya neteweyî lawaz be û gel di rewşeke bindest de  be, qarekterê wan jî lawaz in. Xwe ji zimanê xwe dûr dixînin. Xwe ji çanda da xwe dûr dixînin. Ew jî dibe sedemên xwebişftinê. 

Haya dewletê ji xwebişaftina Kurdan heye. Bi zanebûn

dewletê, qedexe li ser zimên rakir û çend gavên biçûk avêtin, lê ji bo pêşketina kurdî tu gav navêtin.

 Kurd divê bi wan gavên biçûk neyên xapandin.  Di politikayên dewletê yên li hemberî Kurdan de guhertin çê nebûye.

 

Pêşketina zimênekî, bi bikaranîna wî zimanî ve girêdayî ye. Bi asta xwendin, nivisandin û axaftina wî ve girêdayî ye.

Polîtikaya dewletê diyar e. Dewlet xwe li ser esasê nijadperestiyê, ango xwe li ser yek zimanî, yek çandî û yekneteweyî ava kiriye. Dewlet kar û barên xwe li gorî vê hişmendiyê dide meşandin. 

Em wek Med Der dibêjên;

 Gelê kurd armanca xwe ya sîyasî çi dibe bila bibe divê li ser zimên bisekine. Lewra paşguhxistina ziman, dê bi xwe re motîvasyona doza neteweyî jî ji holê rake. Di parastin û pêşvebirina zimên de, çi jin, çi mêr, çi rewşenbîr, gel, nivîskar, siyasetmedar divê berpirsiyarî bigirin ser milin xwe.

Divê rewşenbîr û akademîsyenên kurd, berhemên xwe bi zimanê kurdî bidin, di vî warî de, xebatên zanistî bikin. Di jiyana rojane de, di danûstandinên xwe de zimanê xwe bikar bînin.

Şert û şûrt çi dibe bila bibe, divê kurd ziman û çanda xwe biparêze. Divê destur nede di bin lingên faşîstan de bipelçiqe.

Perwerdehiya bi zimanê dayikê daxwaza sereke yên Kurdan be.

 

 Em bi van hest û ramanan Cejna Zimanê Kurdî yên gelên xwe pîroz dikin.